12:46:15 PM
RojavaNews: Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistana - Sûriyê Mihsin Tahir ragehand, ku piştî 7 salan ji nexweşî û azarên ku miletê Sûriyê jê dinale divê hemû alî baş bizanin ku çareseriya leşkerî feşl anî , û bijardeyeke kose bû ji pirsa Sûriyê re, û encamê gelek kuştin û wêrankirin li ser hemû astî hebû.
Di lêdawnek taybet da ji bo ARK Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistana - Sûriyê û endamê serokatiya Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKSê) Mihsin Tahir got: heta fê rojê çi têkiliyek di navbera me û Yekîtiya Demokratîk PYDê nîne , ew jî ji ber ku PYDê ew serhişkiyê dike di serbestberdana girtiyên siyasî de, û zêdetrî 50 ofîsên Partiya me û Encûmana Niştîmanî Kurdî û partiyên wê girtîne, û şewtandine , lewma ez karim bêjim ji PYDê re yekrêziya nav mala kurdî ne girînge û berdewam hewl dide , ku çi zemîne û geş û hewayekê nehêle ew yek jî di riya gotara xwe a ku berdewam Encûmana Niştîmanî Kurdî bi xiyanetê tometbar dike û rojekî jî ji siyasetên xwe yên pîlankirî li hember tevegera kurdî venegera ye .
Serkrediyê Encûmana Niştîmanî Kurdî gotina xwe serbar kir û got, Encûmana Niştîmanî Kurdî di wê baweriyê de ye, ku bi tenê yekrêziya gotar û nav mala kurdî xizmeta armancên miletê kurd û pirsa neteweyî kurdî dike , û ev yek jî pêdiviyekî netewî û niştîmanî jî ye , divê PYDê jî astengiya û berbesta peyda neke û rê li pêşiya yekrêziya kurdî negre û tenî ev yek wê xizmeta PYDê bike û dê wê bighîne siyaseta Navdewletî û bike xwedî pirsa kurdî .
Mihsin Tahir amaje kir, ku bi destve anîna xewna yekrêziya tevegera kurdî dê serkeftineke dîrokî ji tevgerê re tomar bike , û dê gaveke erênî be û xizmeta bidestve anîna rewayetiyeke Navdewletî û herêmî û xwecehî ya pirsa kurdî bike .
Derbarê helwêsta Emerîkî li hemberî yekrêziya tevegera kurdî û siyaseta wê li beramaber Kurdistana Sûriyê , serkirdeyê Encûmenê weha axvî: ‘’ez bawerim ku wîlayeta Yekgirtî ya Emerîkî di dema niha de çi giringî nade yekrêziya kurdan li Sûriyê, û hêjî negehiştiye wê baweriyê, ku yekrêziya kurdan dê ji xizmeta armancên Emerîka li herêmê de bike, her çende Emerîka hêza wê heye ku fişarê bixe ser hemû aliyên kurdî dema ku bixwaze.
Di dawiya axaftina xwe de ji bo ARK endamê Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistana - Sûriyê û endamê serokatiya Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKSê) Mihsin Tahir li ser civatên navbera Partî û partiya pêşeverû ya Demokrata Kurd li Sûriyê de axvî û got: li ser daxwaza partiya pêşveroa kurd em çend civîna hevre civîn û dawîtirîn civîn jî di navbera me de roja 23/9/2018 bû û koka hevdîtnên me li ser dawî pêşhateyên kirîza Sûriyê û pirsa yekrêziya nav mala kurdî û mijarên xizmeta vê pirsê dike bû, û em ji Pêşverû re li ser vekişîna Encûmana Niştîmanî ya Kurdî ji hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê (Itîlaf) ne axvî ne û ne bûy ye mjara me.