Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dibêje, rêxistina DAIŞê êdî nikare bibe gefeke rasterast li ser Kurdistanê.
Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ligel kovara Kurdistan Review ragihand: “Çekên û teqemeniyên du welatan di destê DAIŞ de ne û hejmarek mezin ya çekdarên wê yên biyanî jî hene ku ji hemû cîhanê tevlî bûne.”
Barzanî di hevpevyînê de wiha domand: “Ew rêxistin ne tenê li ser Kurdistanê lê belê li ser hemû cîhanê gef e, lewra divê hemû alî alîkar bin û bi hev re li dijî grûpên terorîstî rawestin.”
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Alîkariyên hevpeymaniyê ji bo rûbirûbûna gefên DAIŞê hîn nebes in, lê dibêje, civaka navdewletî alîkariya Kurdistanê kiriye.”
Barzanî dilgiraniya xwe li hember gefên DAIŞê tîne ziman, lê dibêje: “Rast e gefên wê rêxistinê li ser Kurdistanê dilgiranî û nearamiyek çêkiriye, lê bi lêhengiya Pêşmerge û alîkariya dostên navdewletî, DAIŞ êdî nikare bibe gefeke rasterast li ser Kurdistanê.”
Barzanî herwiha diyar dike ku, “DAIŞ li vir paşeroja wê tine ye û wê bi temamî were têkbirin, Pêşmerge jî nîşan da ku ew dikare DAIŞê bişkîne.”