1:07:46 PM
RojavaNews: Şanedeke hevbeş ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya PDK-Sê û Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokratî Kurdistanî - Rojava serdana wezareta perwerdeyê kir, û pirsgirêka xwendevanên Kurdistana Sûriyê gengeşekir.
Bi mebesta hevrêziyê û çawaniya çareserkirina pirsgirêkên xwendinê yên ku şagritên ji Rojavayê Kurdistanê dibînin , şandeke hevbeş ya PDK-Sê bi serokatiya endamên Komîteya Navendî Nûrî Birîmo û Mihemed Şêrîn Mihemed Emîn û endamên leqê Herêma Kurdistanê ya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokratî Kurdistanî - Rojava bi serokatiya berpirsê wê Ehmed Mihemed Emîn roja Pêncşemê 11. 10 . 2018, li Hewlêrê li gel ofîsa wezîrê perwerdeyê li Herêma Kurdistanê doktor Piştîwan Sadq civiyan.
Doktor Sadiq piştî civînê û gengeşekirinê biryar da, ku komîteyek ava bibe û li vê pirsgirêkê bixebite da ku bighe çareseriyekê û hewlekê di vê derbarê de bide.