Rojava News: Çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) 56 welatiyên Aşorî li nêzîk bajarê Hesekê revandine, di nav wan de jin û zarok jî hene.
Êrîşa çekdarên DAIŞê li ser bajarokê Til Temir, gundê Til Şamîran, gundê Til Hirmiz, gundê Xîbiş û çend gundên din ên ser bi wî bajarokî ve bû, praniya çekdarên DAIŞê yên ku ew êrîş encamdane jî ji Erebên derdora Hesekê ne, li gor ku Rewangiha Sûrî ragihandiye.
Ji aliyek din ve Rewangeha Sûrî diyar kir ku, çekdarên DAIŞê 90 welatiyên Aşorî ji gundê Til Şamîran revandin, herwiha bi dehan welatiyên din ên Aşorî ji gundê Til Hirmiz ê ser bi Til Temirê ve.
Herwiha çekdarên DAIŞê 2 welatiyên Aşorî li gundê Xîbiş gulebaran kirin, bi tohmeta têkilî ligel şervanên YPG.
Çavkaniyekên rojnamevanî jî belav kirin ku, çekdarên DAIŞê dêra Til Hermiz ya ser bi Til Temir ve, ku yek ji kevintirîn dêrên Sûriyê ye, şewitandin.