Rojava News: Bi Wêne: Li bajarê Hewlêrê Pêşangehek wêneyên Pêşmergeyên ku şehîd ketibûn li Hewlêrê birêve çû.
Duh, li parka Samî Ebdilrehman ya bajarê Hewlêrê û bi amadebûna hejmareke berpirsên Herêma Kurdistanê pêşangehek bo wêneyên Pêşmerge yên ku li Kurdistanê şehîd ketibûn birêve çû.
Pêşangeha ku ji 900 wêneyan pêk dihat ji aliyê Yekîtiya lawan ya Herêma Kurdistanê hatibû lidar xistin.
Wêneyên wê pêşangehê taybet bi şehîdên her çar pêrçeyên Kurdistanê bûn yên ku li Herêma Kurdistanê şehîd ketibûn û her wiha wêneyê şehîd Zêrevan Mizûrî yê ku li bajarê Kobanî şehîd ketibû di nava wan wêneyan de bû.


