Print this page

Hersê Kantonên Rojavayê Kurdistanê dibin yek rêveberî

Rojava News: Endamekî serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) dibêje, ji îro de komîteya guhertina kantonên Rojavayê Kurdistanê bo yek rêvebirinê, dest bi karê xwe dike, herwiha komîteya lekerî jî dest bi karê xwe dike.

 

Nûrî Birîmo Endamî Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ji malpera KDP.info re ragihand: “Rêkeftina Dihok tê cîhbicîhkirin û divê hîna em lezê bikinji ber ku dijminên kurdan hemû hetine ser me û li hêviya lihevkirina me nakin.”

 

Nûrî Birîmo wiha got: “Vê care em gellekî rijd in li ser cîhbicîhkirina rêkeftina Dihokê, lê TEV-DEM li ser kiryarên xwe wek leşkeriya neçarî û lidarxistina hilbijartinan bi tenê berdewam e. Ji ber ku li gorî wê rêkeftinê pêwîst e ji niha û pê de kanton nemînin û hersê kannton bibin yek rêveberî û hêzeke leşkerî hevbeş were pêkanîn.”

 

Herwiha Birîmo tekez kir ku, “Ji îro de komîteya guhertina kantonên Rojavayê Kurdistanê bo yek rêvebirinê, dest bi karê xwe dike, herwiha komîteya lekerî jî dest bi karê xwe dike.”

 

Komîteya leşkerî ya Lêvegera Siyasî ji Ebdulsemed Xelef Biro, Îsmaîl Hemê, Beşar Emîn, Mihmed Şiwêş, Mistefa Meşayix, Mihemed Mûsa, Fewzî Şingalî, Ferhad Têlo û Mizgîn Ehmed pêk tê.

 

Komîteya pêşvebirina rêveberiya xweseriyê jî ji Muhsin Tahir, Neimet Dawûd, Tahir Sifûk, Fêsel Yûsif, Ebdilselam Ehmed, Nesredîn Îbrahîm, Salih Gedo, Cemal Şêx Baqî û Selwa Bedran pêk tê.