Print this page

Li Kobanê gundekî din li tenişta çemê Feratê azad bû

Rojava News: Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, li tenişt ava Feratê gundek din ji çekdarên DAIŞê hat rizgarkirin û hêzên kurdî li wir dixwazin gundê dawî li wir kontrol bikin, da ku rojhilatê bajêr bi yekcarî rizgar bibe û çemê Ferat bibe çepera di navbera wan û DAIŞê de.

Neqîb Rizgar Behram ji fermandarên Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand: “Îro Hêzên Pêşmerge û şervanan gundê Beyadî û çend cihên din li tenişt ava Feratê li rojavayê Kobanê azad kir û şer hîna berdewam dike.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Di wî şerê îro de, hejmarek zêde ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin, lê em hejmara wan nizanin, ji ber ku laşên xwe ligel xwe birin.”

Neqîb Rizgar Behram wiha domand: “Em dixwazin gundên Girê Spî jî rizgar bikin. Gellek ereb li wan gundan hene û ligel DAIŞê ne.”