Print this page

Mankenên navdar dê cilên kurdî li xwe bikin

Rojava News: Mankenên navdar Tugçe Kazaz, Tugba Ozay û Sema Şimşek ji bo defileya 8ê Adarê li Mêrdînê bê lidarxistin, hatin vexwendan.

 

Bi helkefta 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dê li Mêrdînê defileya bi navê “Evina Dijlê û Firat: Mezopotamya” bê lidarxistin. Cil û hesincawên ji aliyê 1068 jinên kedkar ve hatin amadekirin dê ji aliyê 25 mankenên  ve bê pêşkêşkirin.

 

Cilên ereban, doman û kurdên êzîdî dê ji aliyê 10 jinên ji wan xelkan ve bê pêşkêşkirin û cilên din jî dê ji aliyê 15 mankenên navdar ve bê nişandan.

 

Ji bo defileya 100 cilên bên pêşandan çend kesên di aliyê karsazî, huner, û siyasetê de navdar hatine vexwendan. Di nava kesên hatin vexwendandin de komeleyên jinan, Cemil Îpekçî, keça Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan Sumeyye Erdogan û çend parlamenter jî hene.

 

Organizatora defileyê Gulbahar Ormek ji Rûdawê re diyar kir ku wan Tugçe Kazaz, Tugba Ozay û Sema Şimşek ji bo defileya 8ê Adarê vexwendine û wiha got: “Em li bendenin ku heta roja înê bersiva me bidin. Heger bersivama erênî bidin ewê çend çilên kurdî li xwe bikin.”