Rojava News: Li eniya Xazir dema çekdarên DAİŞê xendek dikolan, firokeyên şer ên hêzên hevpeyman ew bombebaran kirin û zerareke zêde gehandin wan.
Di demjimêr 09:00 firokeyên şer ên hêzên hevpeyman li navçeya Werdik a eniya Xazir çekdarên DAİŞê yê ku Xendek di kolan dane ber bombeyan.
Ligor hatiye zanîn; di wê bombebarankirinê de çend otomobîlên DAİŞê hatine têkşikandin û hejmarek çekdar jî hatine kuştin, lê belê heta niha hejmara rast ya kuştiyên DAİŞê nediyar e.