Rojava News: Welatiyekî Australî ku berî niha berê xwe dabû Rojavayê Kurdistanê û tevlî şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bibû, şehîd bû.
Li gor Rweangiha Sûrî ya Mafên Mirovan, di wan şer û pevçûnan de 5 şervanên YPG şehîd bûne, ji wan jî şervanekî biyanî ye û regeznameya wî Australî ye.
Rewangeha Sûrî belavkiriye jî ku, di her 5 rojên şer de herî kêm 132 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, termê wan çekdaran jî di dest şervanên YPG de ne.