Print this page

Di salekê de 302 jin şewitîne

Rojava News: Rêveberê Peymangeha Pijîjkî ya Dadê li Herêma Kurdistanê di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku sala borî 3 hezar û 255 rewşên mirinê li peymangeha wan hatine tomarkirin. Li gor wê daxuyaniyê hêjmara herî zêde ji li Dihokê bû û 935 kesin.

 

Rêveberê Peymangeha Pijîjkî ya Dadê li Herêma Kurdistanê Dr. Yasîn Kerîm di daxuyaniyekî çapemeniyê de wiha got: “Li Hewlêrê 935 rewşên mirinê, li Dihokê 935 û li Silêmaniyê jî 862 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li Koye 38, li Ranya 45, li Kelar 352 û li Şarezûr 31 kesan jiyana xwe ji destdane.”

 

Dr. Yasîn Kerîm bal kişand ser hêjmara kesên şewitîne û wiha got: “Sala borî li Hewlêrê 137 rewşên şewitîna jinan, li Silêmaniyê 92 rewşên şewitîna jinan û li Dihokê jî 73 rewşên şewitîna jinan hatine tomarkirin”