Rojava News: Di encama êrîşa DAIŞ li ser bajarokê Til Temirê hejmara dîlên Aşûrî li Til Temirê li bal DAIŞ gihiştin 220 kes.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku hejmara dîlên Aşûrî yên di destê Dewleta Islamî li Îraq û Şamê DAIŞ de gihiştiye 220 kes.
Rewangehê diyar kir ku DAIŞ ew dîl ji 11 gundan revandiye û ew berû çiyayê Homanê ku bi Ebdilezîzê tê naskirin biriye û da zanîn ku hin navbênkarî tê kirin da ku serbest bêne berdan.
Berya çend rojan DAIŞê êrişî Til Temir kirin., her wiha çekdarên DAIŞê bi top û hawanan bajarê Til Temir topbaran dikin û ev yek bûye cihê dilgiraniya xelkê wî bajarokî ku hinek ji nişteciyan ji malên xwe derketine.
Devera Til Temir dikeve bakurê rojavayê bajarê Hesekê û dûrî bajarê Hesekê bi qasî 40km ye .