Rojava News: Çaremîn yekîneya Pêşmerge gihîşt firokexaneya bajarê Rihayê û dê îşev derbasî Kobanî bibe.
Li gorî agahiyan çaremîn yekîneya Pêşmerge ya ku îro danê êvarê ji Hewlêrê bi rê ketibû, gihîşt firokexaneya Rihayê.
Hat gotin ku ew yekîneya Pêşmerge dê ji navçeya Pirsûsê ya Rihayê re derbasî Kobanî bibe.
Çaremîn yekîneya Pêşmerge ji 124 pêşmergeyan pêk tê.
Piştî ku yekîneya nû ya Pêşmerge gihîşt Kobanî pêşmergeyên ku niha li Kobanî ne û zêdetirî mehekê ye di şerê DAIŞê de piştevaniya YPGê dikin, dê vegerin Başûrê Kurdistanê.