Print this page

Barzanî Ez bi wefata Yaşar Kemal pir xemgîn bûm

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku ew ji ber wefata nivîskarê navdarê kurd Yaşar Kemal pir xemgîn bûye û wiha got: “Romanên Yaşar Kemal mîna xezîneyeke biqîmet dê hertim zindî bimînin.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji bona wefata nivîskarê navdarê kurd Yaşar Kemal peyamek belav kir.

 

Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku “Dema min xebera wefata romannivîsê navdarê kurd Yaşar Kemal bihîst, ez pir xemgîn bûm. Helwesta Yaşar Kemal ya mirovane, nivîs û romanên wî, ku rastiya civakî, siyasî, arîşe, mezlûmiyet û tengaviyên kurdan tînin ziman, mîna xezîneyeke biqîmet dê her tim zindî bimînin”

Nivîskarê navdarê kurd Yaşar Kemal duh di temenê 92 saliyê de wefat kir.