Print this page

Mela Mistefa Barzanî li Qamişloyê hat bibîranîn

Rojava News: Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 36emîn salvegera Mela Mistefa Barzanî hat bibîranîn.

 

Di 36emîn salvegera koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî, encûmenên herêmî yên bajarê Qamişlo merasimeke berfireh li dar xistin.

 

Di wê merasimê de ku li taxa Cirnikê hat sazkirin, hejmareke mezin ji welatiyên Qamişlo beşdar bûn û bi silogan û alên netewî wefadariya xwe li hember rêbaza Barzanî diyar kirin.

 

Mistefa Barzanî, roja 1ê Adarê sala 1979ê li paytexta Amerîka Waşintonê wefat kiribû û li gundê xwe li Barzan hatibû veşartin.