Print this page

Li Hesekê 19 suryanî ji destê DAIŞê rizgar bûn

Rojava News: Hat zanîn ku çekdarên DAIŞê 19 dîlên suryanî yên devera Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê berdane. 

Ajansa fransî AFPê eşkere kir ku çekdarên DAIŞê îro (1ê Adarê) 17 zilam û 2 jinên suryanî yên ku beriya niha li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, berdane.

Li gorî nûçeyê, lê nayê zanîn ka 200 suryaniyên din ên di destê DAIŞê de li kuderê ne. 

Di heyama çend rojên borî de DAIŞê herî kêm 11 gundên suryanî yên girêdayî parêzgeha Hesekê girtibûn û herî kêm 220 welatiyên suryanî revandibûn.