Print this page

11 Bajarok û gundê Kobanî hatin kontrolkirin

Rojava News: Bajarokê Şîyûx li rojavayê Kobanî ji aliyê hêzên kurdî ve hate kontrolkirin.

 

Li rojavayê Kobanî, şervanên YPG li gel hêzên artêşa azad û bi piştevaniya Pêşmergeyên Kurdistanê û balefirên hevpeymaniya navdewletî, bajarokê Şîyûxa Jêrîn û 11 gundên li ber çemê Firatê rizgar kirin.

 

Bajarokê Şîyûxa Jêrîn û gundên Xerab Eto, Cebelferecê, Dêgirman, Boraz, Qûmlik, Zerkotek, Girê Ibrê, Girê Sor, Qasimiyê, Hemîdaş û Çeqelwêranê li ber çemê Firatê bi temamî ji destê çekdarên rêxistina DAIŞê hatin derxistin.

 

li rojavayê Kobanî, tenê bajarokê Şîyûxa Jorîn û herdû gundên Nasiriyê û Ewasî li ber çemê Firatê mane di destê çekdarên DAIŞê de.