Print this page

Efrîn: Endamê PDKSê ev 7 rojin di “grêva Birçîbûnê”de ye

Rojava News: Li gor çavkaniyeke teybet Endamekî   rêxistina  Efrine ya PDKSê;  ev   7 rojin  di  grêva Birçîbunêdeye.

Girtiyê bi navê  Semir Selim Huseyn  yê xelkê   gundê Dersawanê,  bê ku sedemek bê nîşankirin ji aliyê hêzên asayîşa bi ser PYDê ve hatiye desteserkirin.

Li gor hatiye zanîn Semir Selim Huseyn  di navbera 2 mehan de 3 cara hatiye girtin, niha jî nêzîki 2 hefteye di zindanên PYDê deye.

Çavkaniya teybet bê ku navê xwe eşkere bikî  di derbarê vê buyerê de Ji Radyo Rojava re got;   “Semir Selim Huseyn êve 7 rojun dest bi grêva birçîbûnê kiriya, malbata wî jî ji ber tenduristiya wî gelek xemdarin”

Hemen çavkaniyê diyarkir; “Girtiyê bi navê Semir Selîn gotiye ta ku ji zindanê dernekevê dev ji grêva birçîbûnê bernadê”

Li gor saloxê belavbûne;  Di zindanê de  endamên esayişa PYDê jê re dibêjin  “dev ji rêbaza partî berde, êmê jî te azadbikin”

 Eve demeke dirêje PYDê li ser girtinê kedro û karmendê PDKSê berdevame.