Print this page

Li Şingalê şer giran bû!

Rojava News:   îro sibehî çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) êrîş kirine ser pêgehên Pêşmergeyên Kurdistanê li Şingalê, heta niha jî şer û pevçûn berdewamin.

 

Fermandarê Lîwaya 8 a ser bi Wezareta Pêşmerge ve Haşim Seîtî ji Şingalê ragihand ku “Serê sibeha îro, DAIŞ ji 3 aliyan êrîş kire ser Pêşmerge, heta niha jî şer di navbera Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de berdewam e.”

 

Li gor agahiyan rêxistina teröristî DAİŞê  bi otombîlek û barhilgireke bombekirî êrîş dikê, lê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê en êrîş têkşikandin û aniha jî li Şingalê şer didomê.

 

 

Di şer û pevçûnan de heta niha 7 termên DAİŞê dibin destê hêzên pêşmergeyandeye, lê li gor agahiyan gelek kuştî û birîndarên  rêxistinê hene.