Rojava News: Şervanên Kurdî nevendeke çapemeniya DAIŞê û 11 gundên din li Cizîrê ji destê rêxistinê derxistin.
Li gorî daxuyaniyeke, şervanên Kurdî duh 11 gundên din di navbera Til Hemîs û Til Berekê li Cizîrê de kontrol kirin û dest danîn ser gelek çek û cebilxaneya DAIŞê li wê navçeyê.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku navendeke çapemeniya DAIŞê li gundê Til Hemdî yê ser bi bajarokê Til Berekê ji aliyê şervanên wan ve hatiye kontrolkirin.
Li gor ragihandina Şevanên Kurd ragihand ku di şerê duhî li derdora Kobanî û Til Temirê de 30 çekdarên DAIŞê hatine kuştin ku di nava wan de emîrekî tûnisî jî heye.