RojavaNews:Konê Penaberan li Kampa Domîsê Şewitî
Îro, roja çarşemê 4-3- 2015 e 4 kon li kampa domîzê ya penabrên Kurdên Sûriyî şewitî.
kadrê partiya dîmuqrata kurdistana – Sûriyê Mustefe Remzî ji bo RojavaNews ragihand: "Îro danê êvarî 4 kon li kampa domîzê ya penabrên Kurdên Sûriyê şewitî bi sedema elektrîkê ".
Herweha Remzî diyar kir ku ew kon malên van Penaberan e (Şemsedîn remo (4) kesin e (Fadil Ehmed (7) kesin ،Ebdilxenî Ezedîn Hisên (8) kesin ، Ebrahîm Hesen Ebrahîm (5) kesin û xortekî nexweş jî heye temenê wî (38) sale).
Di dawiya gotina xwe de Remzî diyar kir ku ziyanên madî yê Şewata Malên Penabrên Kurdê Suriyê nêzîkî (10) hezar dolare.
Zozan Yusif