Rojava News: Li Kobanî, di şerê DAIŞê de pêşmergeyek birîndar bû. Her wiha gundekî din ê Kobanî ji destê DAIŞê hat derxistin.
Fermandarê Pêşmerge li Kobanî emîd Telhet Zerarî ragihandiye ku dohî pêşmergeyek li rojavayê Kobanî destê xwe de birîndar bûye.
Ji aliyekî din, operasyonên rizgarkirina gundên Kobanî didomin.
Hêzên kurdî gundê Îdaniye li rojhilatê Kobanî ji destê DAIŞê derxistin û şer li gundên Xanê û Exbeşê jî didome.
Li aliyên başûr û rojava jî hêzên kurdî gihiştine cihên beriya êrişên DAIŞê lê li aliyê rojhilat hîn çend dever mane.
li aliyê rojava jî niha şer li bajarokê Şiyûxa Jorîn û gundê Nasiriye berdewam dike.