Print this page

Li Kobanî jinek û zarokek hat kuştin

Rojava News: Di encama teqîna bombeyeke çekdarên DAIŞê de li başûrê Kobanî, jinek û zarokekî 10 salî jiyana xwe ji dest dan.

Jina 40 salî ya bi navê Yazê Ebdo dema ku li başûrê bajarê Kobanî mijûlî komkirina pincar bû, bombeyek bi wê û xwarziyê wê yê 10 salî de teqiya û di encamê de herdûyan canê xwe ji dest dan.

 

Welatiyên Kobanî dibêjin, piştî şikestina DAIŞê li Kobanî û kontrolkirina wî bajarî, wan hejmareke zêde ya bombeyan dîtine û ew berê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li ser rêyan û di nava malan de hatine vedan.

 

Bi sedema wan bombeyên vedayî, heta niha nêzîkî 10 kesî li Kobanî jiyana xwe ji dest dane û hejmareke zêde jî birîndar bûne.