Print this page

Barzanî: Em hemû deyndarê fîdakarî û xweragiriya jinên Kurdistanê ne

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Bi helkefta roja cîhanî ya jinan pîrozbahiyê li hemû jinên Kurdistanê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê roja 8ê Adarê li jinên Kurdistan û cîhanê pîroz kir û ragihand ku “ Jinên Kurdistanê mînak a xweragirî û fedakariya jinên cîhanê ne. Mînakên wiha ku li yek rojê da termê sê zarok û gedeyên şehîd himbêz digrin ku morala xwe polayînî ji dest nadin û hê jî amadeyê qurbanîdanê ne, dîroka tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê jî tijeye ji mînaka dayikên şehîdên bi vî awayî. Her ji bo vê yekê ew dilêrî û qehremaniya li Pêşmerge tê dîtin ne seyr e û ne dûrî li çaverêkiriye ji ber ku perwerdeya şîr û destên wan dayikên aza û mezinanin.

Bi helkefta roja cîhanî ya jinan pîrozbahiyê li hemû jinên Kurdistan û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li jinên Kobanê dikim ku bi dilêrî û xweragiriyê li şerê terorîstan de hemû cîhanê sersam kir. Pîrozbahiyê roja cîhanî ya jinan li dayikên şehîdan û jin û keç û xuşkên şehîdên me yên serbilind dikim û hêviya şadiyê ji bo wan dixwazim.