Rojava News: Ji duh bi şev de, şer û pevçûnên giran di navbera çekdarên DAIŞ û şervanên YPGê de berdewam dikin.
Di wî şerî de şervanên hêzên xiristiyanan Storo û Heresên aşûrî jî beşdar bûn.
Gundê aşûriyan Til Nesrê bi temamî kete destê Hêzên Kurd. Herwiha gundê Rugûba, yê Ereban ku di destê DAIŞ de ye, li ber ketinê ye û gundê Til Hifyan jî hatiye dorpêçkirin.
Di heman demê de balafirên şer bargehên DAIŞ bombebaran kirine, lê heta niha nayê zanîn ka ew balafir yên hevpeymanan in, yan jî yên Hikûmeta Sûriyê ne.