Rojava News: Hêzên Pêşmerge li başûrê Kerkûkê dest bi êrişeke berfireh kirin û balafirên şer niha bi giranî li pêşiya wan didin.
Herwiha balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî çeper û navendên DAIŞê li eniya başûrê Kerkûkê li navçeyên bombebaran dikin û rê ji pêşveçûna Hêzên Pêşmerge re vedikin.
Bombebaranê seat 04:00 vê sibehê dest pê kir û 17 balafir tê de beşdar in û heta niha 40 navendên DAIŞê bûne armanca wan.
Bi gotina fermandarên Pêşmerge, ziyanên mezin gihîştine DAIŞê, lê bi sedema berdewamiya bombebaranan, ziyanên wê nayên zanîn.
Jibilî Hêzên Pêşmerge ti hêzeke din di vê operasyonê de beşdar nebûye.”
Hêzên Pêşmerge gundê Smayîlawa bi temamî xistine destê xwe de û bi dehan termên DAIŞê li şûna wan mane. Herwiha destê xwe danîn ser çek û teqemeniya wan çekdaran.