Rojava News: Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di encama operasyona îro li derdora Kerkûkê pêk anîn de 60 çekdarên DAIŞê kuştin.
17 balafirên şerî yên hevpeymaniya navdewletî di operasyona derdora Kerkûkê de piştevaniya Hêzên Pêşmerge kirin.
Çekdarên DAIŞê xwe amadekribûn ku bi 2 wesayîtên bombekirî êrişê pêşmerge bike lê ji beriya êrişê balafirên hevpeymaniyê ew têkbirin.
Rêxistina DAIŞê dema paşve diçe hin mayînan vedide û ew yek jî bû sedema ku 10 pêşmerge şehîd ketin.
Hat zanîn di encama operasyonên de 15 pêşmerge jî birîndar bûn.