Rojava News: Li Herêma Kobanê di şer û pevçûnên di navbera şervanên Kurdî çeteyên DAIŞ de 53 terorîstên DAIŞ hatine kuştin , her weha 11 şervanên Kurd jî şehit ketine.
Li gor hatiye zanîn; Li gundên Xan Memed, Girê Xwede, Izea û Xweydanê yên ku li rojhilatê Kobanê di navbera hêzên Kurd û terorîstên DAIŞ d şerên giran qewimiye û di encama wan şeran de 42 çekdarên terorîstên DAIŞ hatine kuştin, 25 termên çeteyan ketine destê şervanan û 35 kilaşînkof, 1 roketavêja B7, 3 BKC, doçkakî 12,5 mm hatine destser kirin.
ji aliyekî din ve li gundê Xan Memed jî 4 çete hatine kuştin hemendemê li wir jî doçkakî 12,5 mm, 1 BKC û 3 klaşînkof ketine destê şervanên Kurd. Li Başûrê Kobanî jî dş êrîşeke şervanên Kurd de 7 terorîstên DAİŞê hatine kuştin.
Di van şerê 24 demjimêra de 11 şervanên Kurd jî şehît ketine.
Di daxuyaniyê de hatiye ku li herêma Til Temir jî di navbera şervanan û çeteyan de şer berdewame.