Rojava News: Xucehiya Amûdê ya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê alîkariya darayî li ser 16 malbatên ku ji bajarokê Til-Temirê koçberbûne belav kir .
Li gor nuçeya ser malpera PDK-Sê bi êrîşa DAIŞ li ser bajarokê Til-Temirê û şerê niha ku li gundewarê wê di qewimê , hijmarek ji malbatên wî bajarokî ber bajarên din yê Rojavayê Kurdistanê ve çûn û ji ber vê yekê duh , xucehiya Amûdê ya ENKS alîkariyên madî bi ser bajarokê Til-Temrê ve balavkirin û bi gotina endamên xucehiyê ku wan 15 hezar L.S dane her malbatekî .
Berî niha jî xucehiya Amûdê ya ENKS alîkariyên bi vî rengî pêşkêşî koçberên Kobanî û Hesekê jî kirin .