Rojava News: Serdozger ji PAKê re hişyariyek şand ku bernameya partiya wan û navê partiya wan ne li gorî makezagona Tirkiyê ye. Her wiha di hişyariyê de zimanê kurdî wek `zimanekî din` tê qal kirin.
Dadgeha Bilind amaje kiriye ku ji bo PAKê 30 roj molet hatiye dayîn. Ger piştî 30 rojan xalên li dijî makezagonê ku neyên guhertin dê li PAKê doz bê vekirin.
Rûdaw li ser zimanê serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk ragihand ku PAK vê hişyariyê nas nake û pêwîst e ne PAK, lê dewleta Tirkiyê bernameya xwe bigûhere.