Rojava News: Endamê Polîtbîroya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Fûad Elîko got ku hilbijartinê şaredariyan ligel hebûna rejîmê pêkenok in.
Fûad Elîlo endamê Polîtbîroya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê ji malpera "Pdk-s" re derbarê helwesta wî ji hilbijartinên TEV-DEMê re got ku "Hilbijartinên şaredariyan ligel hebûna rejîma Esed pêkenok in û hîç baweriya min bi rêveberiya xweser nîne."
Elîko da zanîn ku tirsa min ew e ku Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKS tevlî rêveberiya xweser bibe.
Piştî ku ENKSê ragihandibû ku eger helbijartin bên encamdan ew ê endamtiya xwe di Lêvegera Siyasî de rabigirin, şandeke ENKSê ku ji her yek ji Nihmet Dawûd û Muhsin Tahir pêk hatibû, ligel şandeke TEV-DEMê ku ji her yek ji Aldar Xelîl û Ebdulselam Ehmed pêk hatibû civiya û her du aliyan mijara paşxistina helbijartinan goftûgo kirin.
Di civîna xwe ya herî dawî de, sekretariyeta giştî ya ENKSê biryar dabû ku eger helbijartinên şarederiyê ji aliyê TEV-DEMê de bên encamdan, wê ENKSê endamtiya xwe di Lêvegera Siyasî de rabigre