Print this page

HDP nehişt aleya Kurdistanê li Amedê bê bilindkirin

Rojava News: Li Amedê dema xwepêşandana roja cîhanî ya jinan de endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê jî wekû her xwepêşandanê debi sembola netewî bi aleya Kurdistanê tevlî xwepêşandanan bûn.

Gelek aleyên cuda cuda hatin bilindkirin. Lê polîs mudexele kir û xwest ciwan Aleya Kurdistanê ramekin, lê ciwanan guh neda polîsan Aleya Kurdistanê bilindkirin.

Piştî demekê ji bûyerê Şaredara Amedê Gulten Kişanak û Selma Irmak jî hatin cihê bûyerê û Ciwanan daxwaz kirin ku Aleya Kurdistanê ranekin.

Ji aliyê xwe ve ciwanan ev yek red kir û bi Aleya Kurdistanê û bi coşek mezin xwepêşandana xwe berdewam kirin.