Rojava News: Li kempa Quştepe ji ber ne razibuna reveberiya kempa xwepeşindaek hate li darxistin ku gelek kesê nişeciyê penaber beşdarîbun.
Çawkaniyeke bi teybet ji bo Rojava News got; “Ji ber ku dwaziyên penabera yê esasî pêknayên fgelek cara xelkê me gazincê xwe kirin, lê heta niha yek dwazî nehatiye bi cîh kirin. Bi teybet jî di nava kempê de konê nû hatin vegirtin, lê têra malbatekê nakin û hedemetê wê jî ne başe. Ji ber wê nexwazin derbasî konê nû bibin.”
Hemen çawkaniyê behsa çawaniya jiyana kempê jî kir û got; “Aniha di gelek çadira de 2 an 3 malbat ku zêdetirî 10 neferaye dijîn, ev bu 1.5 her tim ji müdüriyeta kempê re eva tê gotin, jib o ku UN li ser vê rewşa hanê bisekinê, lê giringayî bi wan gazinca ne hate dayîn”
İro ji ber ve yekê hejmarek zor li ber deriyê Rêxirava Netewayê Yekbûyî û midûrê kempe bi “duruşme em çadir dixwazin” u “Reveberiya vê kempê gendalî dikin” meşiyan.
Jinek temen mezin di got kese li vedere vezifedarin ji bo ku meaşe wan neye birîn dengê xwe nakin û em jî di zirûfê tengavde dijîn.
Kempa Quştepe girêdayî bi î Hewlerê ye meha 8 ya 2013a hatiya avakirin û nêzî 1400 malbat 6 hezar mirov tê de jiyandikin.