Rojava News: Mihemed Hacî Mehmûd ku fermandarê Pêşmerge li eniya Kerkûkê ragihand ku “Rojane alîkariya DAIŞê tê kirin, ez agehdarim ku li serbazgehên Tileferê, firokeyên leşkerî û firokeyên barhelgir tên xwarên û bar ji bo DAIŞê tînin, min hin firoke dîtine ku li Meryem Beg a Kerkûkê alîkarî ji çekdarên DAIŞê re hatine avêtin, li Enbar û Celewla jî ev yek çêbûye.”
Fermandarê Pêşmerge li eniya Kerkûkê diyar dike ku “Iraq bi xwe jî alîkariya DAIŞê dike, ev 8 meh in ku Hikûmeta Iraqê, roja 29 a hwe mehê qasek xeyalî ji pere dişîne parêzgeha Mûsilê, bi sedema wan Pêşmerge di şer de ye, tevî ku mûçeya me naşînin, mûçeyê ji DAIŞê re dşînin.”
Derbarê metirisiyên çekdarên Heşda Şeibî li ser Herêma Kurdistanê Hacî Mehmûd wiha got: “Heta ku DAIŞ heye, dê metirsiya Heşda Şeibî li ser Herêma Kurdistanê nebe, ji ber ku ew sînor ne sînorê Şîe ye.”