Rojava News: Rêveberê polîsên qeza û nahyeyên Kerkûkê ragihand ku, di encama pêşveçûnên Hêzên Pêşmerge li sînorê parêzgeha Kerkûkê de, 3 komelgeh û 7 gund hatin rizgarkirin.
Emîd Serhed Qadir Rêveberê polîsên qeza û nahyeyên Kerkûkê ragihand: “li sînorê parêzgeha Kerkûkê Hêzên Pêşmerge û polîsên qeza û nahyeyên Kerkûkê, êriş kirin ser navendên terorîstan û di encamê de me karî 3 komelgeh û 7 gund hatin rizgarkirin.”
Qadir wiha got: “Niha jî pêşveçûnên Hêzên Pêşmerge berdewam dikin û şer jî berdewam e. Hejmarek mezin ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”