Rojava News: Endamekî Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand ku, ew ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve hatine xapandin û dibêje, baweriya TEV-DEMê bi hevbeşiya siyasî nayê.
Endamê Polîtburoya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Fûad Elîko di bernameya Televizyona Rudawê de got; “Bi lidarxistina van hilbijartinan, em ji aliyê TEV-DEMê ve hatine xapandin ji ber ku baweriya TEV-DEMê bi hevbeşiya siyasî nayê.”
Fûad Elîko wiha domand: “Beriya niha jî TEV-DEMê di xebata Desteya Bilind de henekê xwe bi me kir û îro jî di Lêvegera Siyasî de henekê xwe bi me kir.”
Li gora Endamê Polîtburoya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Fûad Elîko, her dema ku wan hevpeymaniyek bi PYDê û saziyên girêdayî wê re îmze kirine, ew peyman ji aliyê PYD ve hatiye bin pê kirin.
Li aliyê din, Encumena Niştimanî ya Kurd ku hîn tevlî rêveberiya xweseriyê nebûye, wek nerazîbûneke li ser lidarxistina hilbijartinên şaredariyan, biryar da karên xwe di Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê de rawestîne.
Encuumena Kurdî di daxuyaniyekê de berpirsyariya vê biryara xwe xiste stûyê TEV-DEM û got, ew qebûl nekir ew hilbijartin bên paşxistin.