Print this page

Cilên herêmî bêtir tên firotin

Rojava News: Li Diyarbekira ku amadehiya Newroza ku mizgîniya biharê ye dike, eleqeya li ser cil û bergên kurdan zêde bû.

 

Atolye ji bo siparîşên ku ji derveyî welêt hatin bigihînin gelekî dixebitin û amadehiyan dikin.

 

Herî zêde cil û bergên herêmên Hekarî, Şirnex, Kobanê û Şingalê tên tercîhkirin.

 

Cil û bergên reng bi reng ên ku ji bo jin, mêr û zarokan hatin amadekirin, li maxazayan di navbera 50 û 350 lîreyî de tên firotin.