Rojava News: Hejmarek ji alîgir û endamên PDK−S serdana mezarê Barzaniyê nemir li devera Barzan kirin.
Doh Hejmarek mezin ji alîgir û endamên Partiya Demokrat a Kurdistan Sûriya PDK−S li bajarê Hewlêrê serdana mezarê Barzaniyê nemir û goristana kesên enfalkirî li devera Barzan kirin.
Ew endam ji aliyê Şêx Xelat Barzanî nûnerê serok Mesûd Barzanî ve hatin pêşwazîkirin, piştî danîna baxeke gul li ser mezar Mistefa Badînî gotinek bi navê rêxistina Hewlêrê ya Partiya Demokrat a Kurdistan Sûriya PDK−S xwend ku tê de xebata Barzaniyê nemir bi giringî nirxand û çend helbest ji aliyê çend helbestvanan ve jî hate xwendin.