Print this page

Pira Qereqozaq ji DAIŞê hat standin

Rojava News: Piştî duhî êvarî li başûrê rojavayê Kobanî, pira Qereqozaq a li ser Çemê Ferat ji rêxistina DAIŞê hat standin, rêxistinê pira kevin teqand.

 

Duhî hêzên hevbeş pira Qereqozaq a li ser Çemê Ferat ji aliyê herêma Kobanî ve, ji rêxistina DAIŞê rizgar kirin.

 

Piştî  rizgarkirina pira Qereqozaq ji aliyê herêma Kobanî ve, çekdarên rêxistina DAIŞê pira kevin li ser çemê Ferat bi bombeyan teqand, lê hîn ziyaniyên wê teqînê zelal nebûne.

 

Pira Qereqozaq a herêma Kobanî û parêzgeha Helebê bi hev de girê dide. Rêxistina DAIŞê duhî ji ber tirsa ji derbasbûna hêzên Volkana Ferat ber bi rojavayê çemê Ferat û herêma Munbicê ve, pira kevin a li milê başûr teqand.