Print this page

Pêşmerge li gundên Kobanî bi cih bûne

Rojava News: Piştî xelkê Kobanî ji Bakurê Kurdistanê vegera, yekîneya Pêşmergeyên Kurdistanê ya çaremîn ji nava bajarê Kobanî derket û niha li gundewarên Kobanî bi cih bûye.

Hersê yekîneyên Pêşmergeyên Kurdistanê yên berê li nava bajarê Kobanî bicih bibûn û şerê rêxistina DAIŞê li nava bajêr kiribûn, lê piştî rizgarkirina bajarê Kobanî û bi vegera xelkê re, ji bo rihetî û rêzgirtina li jiyana sivîlan, yekîneya Pêşmergeyên Kurdistanê ya çaremîn ji nava bajêr derketiye û li gundewarên Kobanî bicih bûye.

 

Piştî rizgarkirina bajarê Kobanî, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Kobanî, wekî hêzeke piştevan li gundewarên Kobanî şer li dijî rêxistina DAIŞê berdewam dikin.