Rojava News: Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela ragihand ku hilbijartinên şaredariyên Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê rewa nînin.
Siûd Mela ji malpera fermî ya KDPê re ragihand: “TEV-DEMê bi tenê biryara hilbijartinên Cizîrê da û bi tenê ew hilbijartin encam da, lewma rewabûna wan nîne û bi ti awayî nayên qebûlkirin û em van hilbijartinan red dikin.”
Mela wiha domand: “Kesên ku xwe berbijêr kirine kesên ser bi TEV-DEMê ne û ti kesekî serbixwe di nava wan de nebûn. Herwiha kesên ku li ser sindoqan bûn, ser bi wan ve bûn.”
Sekreterê PDK-Sê diyar kir ku karê ku TEV-DEMê kir berovajî doza kurd e, ji ber ku nabe aliyek bi tenê desthilatê têxe destê xwe û bi tenê biryaran bide û ti hesabekî ji yên din re neke.
Siûd Mela wiha got: “Baştirîn awayê çareseriyê, veger bo Rêkeftina Dihokê ye.