Print this page

Kêrî: Em neçarin diyalogê bi Esed re bikin

Rojava News: Wezîrê derve yê Emerîka John Kêrî ragihand ku, Wîlayetên Yekbuyî Emerîka neçare ji bo dawîanîna şerê li Sûriyê bi serokê Sûriyê Beşar Esed re bikeve diyalogê.

 

Di çavpêkeftinekê de li gel kanala CBS newsê re John Kêrî got: Wîlayetên Yekbuyî Emerîka dawiya dawî ji bo bo dawîanîna şerê ku ev çar salin dom dike dê neçar be bi Esed re bikeve diyalogê .

 

Kêrî got: Emerîka û hin welatên dinê jiyankirina proseya diplomasî li Sûriyê dişopîne . Kêrî teqez kir ku, ji bo razîkirina esed bo anîna goftûgoyan dibe ku pêwîstî bi fişarên  zêdetir hebe.