Rojava News: Yekitiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê 69emîn salvegera damezrandina xwe pîroz kir.
Doh li nêzîkî Hewlêrê li kampa Cêjnekanê ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, 69emîn salvegera damezrandina Yekitiya Jinên Demokrat hat pîrozkirin.
Di merasîmê de endam û rayedarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (Rojhilat) jî beşdar bûn.
Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê di dema Komara Kurdistanê (Mehabad) de hatiye avakirin û kevintirîn rêxistina jinên kurd tê hesibandin.