Print this page

Malbata Ciwan Mîranî biruskek belav kir ??!!

RojavaNews: Malbata Xwdê jê razî (Ciwan Mihemed Şeref Mîranî) îro,16/3/2015 biruskeyek spas û pêzanîn ji bo hemû kesên ku dilxweşî û sersaxiya wan kirî , bi werxera koçbûyê ya Ciwanê nemir bilav kirin, ev jî deqa wê biruskê ye ku Kopîyek jê şandine ji RojavaNews re.

Bi Navê Xwedayê Dilovan

Bi dilên bawerdar bi vîna Xwedayî

Malbata nemir (Ciwan Mihemed Şeref Mîranî) em spasiya hemû kesên ku dilxweşî û sersaxiya me, bi werxera koçbûyê me, kirin, çi bi amadebûna wan, çi jî bi şandina birûsk û nameyên sersaxiyê, ji hundirê Kurdistanê yan ji derveyê wê jî. Herwiha em spasiya wan kesan dikin, ku di lidarxistina şîna nemir de, li kêleka me man, çi li devera jidayikbûna wî, li gundê Siwêdiyê, çi jî li bajarê Hewlêrê û deverên din. Bi heman awayî em spasiya her kesekî dikin ku gotineke dilsoziyê derbarê nemir nivîsand, ku wî bi hêminî, di serdema ciwaniya xwe de, ji cîhana me bar kir.

Herwiha spasî gihiştiye nivîsgeha serok Barzanî jî. Bi heman awayî spasiyeke taybet ji bo sekreterê Polîtbîroya PDK birêz Fazil Mîranî û Nivîsgeha Pêwendiyên Kurdistanî û Nivîsgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDK û Nivîsgeha Pêwendiyên Niştimanî ya PDK-S, ligel wan jî spasî ji bo endam û şandeyên partiyên Kurdistanî yên ku beşdarî di şîna nemir de kirin.

Spasî ji bo Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriye û Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan-Suriye û şaxê wê yê li Hewlêrê. Herwiha spasî ji bo mirov, dost û nasan.

Bi heman awayî spasî ji bo hemû malper û dezgehên medyayî yên ku beşdarî di ragihandina nûçeya koçbûna nemir de kirin û pesnê wî bi başî dan, bi taybetî spasî ji wan pênûsan re, ku rûpelên malperan bi nivîsandinên xwe yên li ser başiyên nemir tijî kirin.

Xweda baştirîn padaştê (cezayê) bide tevan û em lavan didine Xwedê ku ziyanek negihêje xoşewîstekî we, herwiha miriyên me û yên we di dilovaniya vî Xwedayî de bin.

 ((يَا أَيَّتُهَا النَّفْسُ الْمُطْمَئِنَّةُ ارْجِعِي إِلَى رَبِّكِ رَاضِيَةً مَرْضِيَّةً فَادْخُلِي فِي عِبَادِي وَادْخُلِي جَنَّتِي))- صدق الله العظيم

 

16/3/2015

Malbata Nemir Ciwan Mîranî

 Rêzan Osman