Print this page

Li Kelarê doz li dijî PKKê hat vekirin

Rojava News: Li ser revandina keça wan ji aliyê rêxistinên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê û birina wê bo Qendîlê, malbata keçeke Kelarî li dadgeha Kelarê dozek li dijî rêxistinên partiya navborî tomarkirin.

 

Berî heftiyekê keçeke temen 15 salî ku şêniya bajarê Kelarê p xwendekara pola sêyem a navendî ye winda bû, malbata wê keçê jî rêxistinên ser bi PKK ve bi revandina keçka wan tohmetbar kirine.

 

Yûsif Nadir, ku xalê keça hatiye revandin ji ragihandinê re got: “Piştî 11 rojan ji mana me li Qendîlê bi mebesta anîna xwarziya min, em bê hêvî bûn, lewma duh 16.03.2015 li dadgeha Kelarê me doz li dijî rêxitsinên wê partiyê vekirin.”

 

Navborî got jî: “Îro demjimêr 15:00 bi dema Hewlêrê, dê malbata wê keç, bi mebesta drustkirina guvaşê bo ser wê partiyê, xwepêşandekê li Kelarê lidar bixin,  dê daxuyaniyekê jî bo raya giştî belav bikin.”

 

Roja 15.03.2015, hejmarek xort û çalakvanên sivîl li Kelarê daxuyaniyek arasteyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û raya giştî kiribûn, têde daxwaz kiribûn ku rê bi tu grûp û aliyekî neyê dayîn ku bi tu awayekî zarok ji bo mebestên hizbî neyên bikar anîn.