Rojava News: Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kudistan−Sûriya PDK−S Mihsin Tahir got ku Tevgera Civaka Demoqratîk ya girêdayî PYD ve Rêkeftina Dihokê xeriq kir piştî lidarxistina hilbijartinên şarederiyan li devera Cizîrê.
Tahir ji malper û "Radyoya Rojava" re got: hilbijartinên ku devera Cizîrê rû dan ne rewa ne û ewê dê pabend bin bi biryarên Encumena Niştîmaniya Kurdî ta ku TEV−DEMê ji biryarên xwe were xwarê.
Tahir tekez kir ku Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKS endametiya xwe di Lêvegera Siyasî de rawestandiye ta ku TEV−DEMê ji biryarên xwe dakeve derbarê avakirina komîteyek leşkerî hebeş di nava her du aliyan de û hemû girtiyên siyasî serbest berde û bilêle xwecihiya bajarê Kobanî bi serbestî karê xwe bike.