Rojava News: Çekdarên DAIŞê Quraneke bombekirî di malekê de li pey xwe bicih hiştin, dema 3 Pêşmere derbasî malê dibin, ew Quran bi wan de diteqe û şehîd dibin.
Di êrîşa roja 14.03.2015 ya Pêşmergeyên Kurdistanê bo ser gundên başûrê Kerkûkê, 3 Pêşmerge li gundê Smayil Awa şehîd bûn.
Li gor hatiye zanîn: Dema ku 3ê Pêşmerge diçine nav naxiyekî, bi mebesta geran li pey cihê çekdarên DAIŞê, Quranek helgirtin, lê ew bombekirî bû û bi wan de teqiya û hersê pêşmerge li ciyê buyerê şehîd ketin.
Her 3ê pêşmergeyê şehît girêdayî bi Fermandariya Hêzên Piştgirî ya Yek a ser bi Wezareta Pêşmerge ve bun.