Rojava News: Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, îro şandeke Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihîşt Kobanê û derbarê kêmasiyên wî bajarî ligel berpirsan gotûbêj kirin.
Emîd Telet Salih Zirarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê duh ragihand: “şandeke Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihîşt Kobanê da lekolîn bike çi kêmasiyên wî bajêrî ye û çi ji xelkê re pêwîst e û çawa alîkariya wan bike.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Berpirsên Kobanê hemû daxwazên xwe pêşkêşî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kirin, derbarê nebûna xizmet û pêdiviyên xelkê yên ku vegeriyane wî bahêrî ji av û nan û kareba….”
Zirarî wiha domand: “Xelkê Kobanê gellekî hêviya wan bi Başûrê Kurdistanê û dezgehên wê yên xêrxwazî heye, bi taybetî jî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî.”
Emîd Telet Salih Zirarî ragihand: “Şanda Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî piştî hevdîtina xwe ligel berpirsên wî bajêrî, hatin cem Hêzên Pêşmerge û dilê me xweş kirin.”