Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnerê Serokwezîrê Brîtanya bo Karûbarê Asayîşa Herêma Kurdistanê û şanda li gel kir.
Di hevdîtinê de ku ji bo bi dawî hatina erkê General Mayel û nasandina berpirsê nû General Tom Bêkt hatibû saz kirin, şanda serbazî ya Hikûmeta Brîtanya pêbendbûna xwe bi hevkarîkirina Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê dûpatkir û rola Barzanî di serpereştîkirina şerê Pêşmerge li beranber terorîstan de bilind nirxand û pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge li Serok Barzanî kir. Şanda mêvan herwiha diyar kir destkeft û serkeftinên Pêşmerge gelek ber bi çav û diyar in.
Serok Barzanî spasiya erk û keda General Mayel û tîmên leşkerî yên Brîtanyayê kir ku hevahengiyeke wan a gelekî baş ligel Hêzên Pêşmerge hebûye û rola wan di serkeftinê de heye. Herwiha balkişand ser wê yekê ku ezmûna karê hevbeş ê Pêşmerge û hêzên hevpeyman nîşan da ku bi hevahengî û hevkariya aliyan dikarin terorîstên DAİŞê têkbişkînin.
Derbarê peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexda û şerê dijî terorîstan de Barzanî got ku divê tişta serekî ya hemû aliyekî şerê DAİŞ û azadkirina Musil û navçeyên dagîrkirî yên din be û ji bo çareserbûna kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî hemû alî di peywendiyan de berdewam dibin.