Rojava News: : Hikûmeta Herêma Kurdistanê teqînên ku duh li bajarê Hesekê çêbûn û di encam de bi dehan kes bûne qurbanî, bi tundî şermezar kir û dibêje, karên wiha dê Kurdistaniyan ji bo xebat û têkoşînê bi coştir bike.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek derbarê teqînên Hesekê de belav kir û tê de ew êrîşa ku wek êrîşeke terorîstî bi nav kiriye, bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniyê de, hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxî li malbatên şehîdên teqînê kir û hêviya selametiyê ji birîndaran re xwest.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha got, tawanên hovane yên terorîstan wê gelê Kurdistanê li ser rêya xebata ji bo aştî û azadiyê sar neke, lê berûvajî, Kurdistanî dê xebat û têkoşîna zêdetir û bi coştir bike